Portal:Jînenîgarî
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Jînenîgariyê
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/26/Adi_Holzer_Werksverzeichnis_850_Lebenslauf.jpg/220px-Adi_Holzer_Werksverzeichnis_850_Lebenslauf.jpg)
Jînenîgarî, biyografî (gr. βιογραφία, ji βίος bíos „jiyan“ û grafîk), ji bi rêkûpêk nîgarkirina jiyana (jîna) kesan re tê gotin.
Biyografî dikare bi nivîskî yan gotinî be. Cureyek wê jî xwejînenîgarî (otobiyografî) ye. Otobiyografiyê mirov bi xwe, li ser xwe çêdike. Yan jî qet nebe pirraniyê bi xwe dike.
Zû de ye jînenîgarî tên amadekirin. Di dema Greka antîk de biyografî dihatin nivîsandin.
Di biyografiyê de sîstematî, birêkûpêkî girîng e. Mirov nikare bêî sîstematîkên jînenîgariyekê binivîsîne. Di jînenîgariyê de bûyer û demên girîng tên tomarkirin. Mirov nikare tiştên ne girîng in û bêwate ne binivîsîne. Biyografiyeke baş ji ristinên rastegînî pêk tên. Tomarkirinên farazî û razber, nirxê jînenîgariyekê kêm dikin. Helbet ev prînsîp ne ji bo berhemên wêjeyî ye.
Di jînenîgariyan de bo mînak behsa jidayîkbûn, perwerde, pîşe, marîbûn (zewac), mirin, berhem, tecrûbeyên jiyanê, bûyerên girîng ûêd tên tomarkirin.
Prînsibeke din jî ew e ku biyografiyek divê tevahiya jiyana kesê rabixe ber çavan. Mirov nikare bo mînak tenê behsa zaroktî yan çend salên perwerdeya yekê bike.
Biyografî divê bi xwe neyê nivîsandin. Heger bê nivîsandin dibe xwejînenîgarî. Qîmeta jînenîgariyê ji ya xwejînenîgariyê bilindtir e.
Li Kurdistanê dengbêj bi hostayî jînenîgariyen vedibêjin. Ew viya bi gotin û stranê dikin. Di biyografiyên dengbêjan de sîstematîkek taybet heye. Bo mînak ne dem û katjimêrê, bûyerên girîng birêkûpêk dirêsin. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên Jînenîgariyê
Wêneyên gotarên jînenîgariyê
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1173 – Dest bi çêkirina Birca Pisayê kirin. Çêkirina we nîv sedsal bihurî.
- 1805 – Awistriya, Keyaniya Yekbûyî, Swêd, Rûsya û Napolî, li hemberî Napolyonê tifaq kirin.
- 1902 – Edward VII, wek şahê Keyaniya Yekbûyî tac da serî xwe.
- 1942 – Mahatma Gandî ji alî îngilîzan ve li Mumbaiyê hate girtin.
- 1945 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bajara Nagazakî yê Japonyayê re bombeya atomî avêt. Di we bîskê de 70.000 kes mirin.
- 1965 – Singapûr ji Malezyayê veqetiya û bû welatekî serbixwe.
- 1974 – Piştî ku Skandala Watergate'ê derket holê û serokê Amerîkayê Richard Nixon îstîfa kir, cîgirê serokê Gerald Ford bû serok.
- 1999 – Serokê Rûsyayê Borîs Yeltsîn, serokwezîr Sergei Stepashin ji wezîfeyê kişand.
Jidayîkbûn
- 1896 – Jean Piaget, psîkologê swîsreyî
- 1929 – Abdi İpekçi, rojnamevanê tirk
- 1957 – Melanie Griffith, aktrîseke amerîkan
- 1972 – Juanes, muzîkjenekî kolombiyayî
- 1976 – Audrey Tautou, model û lîstikvana fransî
Mirin
- 378 – Valens, împaratorê Împeratoriya Romê
- 1173 – Necmedîn Eyûb, eskerekî kurd, bavê Selahedînê Eyûbî
- 1962 – Hermann Hesse, nivîskar û helbestvanê swîsreyî-alman, xwediyê Xelata Nobelê
- 1969 – Cecil Powell, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
- 2005 – Marco Cavagna, astronomeke amator û kefşkereke îtalî ê asteorîdan
Kategorî
![Category puzzle](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/da/C_Puzzle.png/46px-C_Puzzle.png)
Jînenîgarî • Kes
Li gorî zayendê • Li gorî neteweyan • Li gorî pîşeyan