Meletî
Meletî | |
---|---|
Bajarê mezin | |
Malatya | |
Koordînat: 38°21′6″Bk 38°18′53″Rh / 38.35167°Bk 38.31472°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Meletî |
Serbajar | Meletî |
Hejmara nahiyeyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 10 bajarok |
Hejmara gundan | 44 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 922 km2 (356 sq mi) |
Bilindahî | 960 m (3150 ft) |
Nifûs (2009) | 456.813[1] |
• Berbelavî | 495,46/km2 (1283,2/sq mi) |
• Serbajar (2009) | 388.590 |
Koda postayê | 44 xxx |
Koda telefonê | (+90) 422 |
biguhêre |
Meletî yan jî Meledî[2] (1928: ملاطيه / Melatiye; bi tirkî, Malatya) yek bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê û navenda Parezgeha Meletî ye. Bajar bi hezaran sal e ku bûye wargeha mirovan. Di zimanê hîtîtî de melid yan jî milit tê wateya "hingiv" ku ji bo navê etîmolojiyeke gengaz pêşkêş dike ku di çavkaniyên hevdem ên di wê demê de di bin çend guhertoyan de hatiye behs kirin (mînak, bi hîtîtî: Malidiya[3] û dibe ku Midduwa be jî[4]; bi zimanê akadî: Meliddu û bi zimanê ûrar̩tî: Meliṭeia ye.
Strabon dibêje ku bajar "ji gelên kevnar re" wekî Melitene (bi yewnanî ya kevnar Μελιτηνή) dihate zanîn bi berfireh bûna romayiyan a ber bi rojava ve ji aliyê Romayê ve hatiye pejirandin. Li gorî Strabo, niştecihên Melîteneyê bi gelên Kapadokya û Kataoniyanê re heman ziman û çand parve kirine.
Nav
Navê bajar di çavkaniyên asurî û Urartû de wek Maldiye, Melite, Melid, Melide û di dema Împeratoriya Romê de jî wek Melita û Melidena hatiye gotin. Nav piştre wek Meletî, Meladya û Malatya hatiye guhertin.
Dîrok
Kronolojî
Berî zayînê
- 1650-1200, dema hîtîtiyan
- 1100-824, dema asûriyan
- 804-743, dema urartiyan
- 743-612, dema asûriyan (II)
- 612-550, dema medan
- 550-331, dema persan (farisan)
- 66, dema romayiyan
Piştî zayînê
- 385, dema bîzansiyan
- 656, dema ereban
- 740-980, bajar di navbera ereb û bizansiyan pir caran dest diguhere.
- 985 dema Merwaniyan
- 1095, dema selçûkiyan
- 1191 dema Eyûbiyan
- 1399, dema osmaniyan
Erdnîgarî
Avûhewa
Li herêmê îklîmek reşhayî heye. Zivistanan sar, havînan jî germ û zuha derbas dibe. Li hrla deşta Melediyê seqayeke wek Behra Spî (zivistanan hênik) jî hikum dike.
Çiyayên herêmê
Çiyayên bilind yê herêmê li ser çiyarêzên Melediyê, çiyayê Şîlan e (2.545 m). Bilindbûna Çiyayê Derbendê jî 2.428 m ye ku çiya li ser çiyarêzên Nûrhaq ê ye. Kepez (2.140 m), Gayrik (2.306 m )
Deşt, zozan û gelî
- Deşta Melediyê: di navbera geliya Toxma û Firatê de ye. Mezinbûna wî 830 km² ye.
- Deştên Îzoliyan: ji deştên ku li derudore çemên Feradê kom bûne pêk tên.
- Geliya Firatê (li derudore çemê Firatê) ye, geliya Toxma jî li derudore çemê Toxma yê ye.
Çem û Gol
Çemê Firatê û piraniya şaxên Firatê di nav sinorên herêmê de diherêkin.
- Çemê Firat: ji gola Kebanê dertê. Çemê herî dirêj ê Kurdistanê ye. Di nav sê welaten de diherêke û dikeve behra Basrayê.
- Çemê Toxma: ji çiyayê taxtali dertê û li deşta Melediyê yê bi Firatê ve xwe girê dide.
Li herêmê gol tunene, tenê li serê çiya, ciyên ku çavkaniyên çeman jê dertên hinek golên biçûk ava bûne.
Babetên heywanan
Li herêmê pir babetên teyrên kovî dijên. Wek werdek, qaz, kew, leglek, qertel û baz. Li herêmê gur, rûvî, keroşk û berazên kovî jî hene. Li herêmê gel bi kedîkirina heywanan ji mijûl dibe.
Sermijar û Navçeyên Bajêr (2013)
- Meledî (navend) (bi tirkî, Malatya), 565.171 rûniştvan
- Arga, 32.260
- Arabkîr an ji Erebgir, 11.041
- Erxewan, 9.038
- Meledî Kevn, (Navçe Navend Nû), 297.806
- Darende, 28.978
- Wêranşar, 41.006
- Keferdîz, 4.720
- Hekîmxan, 22.181
- Qale an ji Îzolî, 5.975
- Aywalî an ji Tirsekan, 8.885
- Şîro, 17.986
- Yazixan, 15.297
- Çirmik, (Navçe Navend Nû) 267.365
Tevahî sermijarî herêmê (tevlî gundan) 504.965 e.
Aborî
Serwetên bin erdê
Li herêmê alûmîniyûm, sifir, hesin, krom, asbest û lînyît ji bin erdê dertên.
Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê
Li herêmê şînahî pir zêde tuneye. Lê hinek deveran wek baxçeyên Tacde, Gunduzbeyî û Xorata ji bo seyranan musaîd in. Germavên herêmê (wek Rotûkan û Îspendere) jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Ciyên dîrokî wek girên Cafer, Degirmentepe, Pîrot û kela Melediyê û mizgeftên kevn yê herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
Çand û Hûner
Ol û Civak
Sermijar Misilman in û ji Zerdeştîtî/Êzdîtî ango Elewî û Sûnnîyan pêk tê. Di nav gel de li cem Sûnnîyan şêxîtî û li cem Elewîyan ango Zerdeştîtî/Êzdîtî jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Sermijar herêmê ji Kurd û Tirkan pêk tê.
Xwarênên Herêmê
Kaxiz kebab bi balîcan: di siniyek de balîcan tên rêz kirin. Bi serde goştê ku di nav kaxiz de pêçayî tê danîn. Di firnê de 2 saet tê kelandin û bi nanê loş tê xwarin.
Kincên Herêmê
Jinên herêmê li hinek deveran çarşeve reş li xwe dikin. Carna jî pêştemalek ku jê re dibêjin "bervanik" li serê xwe girê didin. Ji şarpa keçên ciwan re dibêjin "çinko". Di hundirê çarşefê de kincek ku jê re dibêjin "zibûn" û di binî de jî şalwar li xwe dikin. Pêlavên lastîk û gorên ji hirî di nigan de hene.
Zilam kum didin serê xwe. Di ser şalwar de jî îşlik û êlek li xwe dikin.
Navdarên bajar
- Doğan Erbaş, Parêzer û Siyasetnamedar bi eslê xwe Kurd bû
- Abdullah Cewdet, Siyasetmedar bi eslê xwe Kurd bû
- Turgut Özal, Siyasetmedar, Serokkomarê berê yê Tirkiyê bi eslê xwe Kurd bû
- İsmet İnönü, duyemîn kesê navdar ê Komara Tirkiyê bi eslê xwe Kurd bû
- Hrant Dink, Rojnamevanê ku bi eslê xwe ermenî bû
- Ahmet Kaya, Hozan bi eslê xwe Kurd bû
- Ayse Polat, Derhênera Almanî
- Belkıs Akkale, Stranbêj bi eslê xwe Kurd bû
- Gregoryûs Bar Hebraeûs, Oldarê Mezin ê Dêra Ortodoks a Sûrî
- İlyas Salman, aktorê kînoya (sînemaya) Tirkiyê bi eslê xwe Kurd bû
- Kemal Sunal, Aktorê kînoyê bi eslê xwe Kurd bû
- Kenan Işık, Aktor
- Mehmet Ali Ağca, sûcdarê sûîkasta Papa
Girêdanên derve
- Malpera Komeleya Malatyaspor (bi zimanê tirkî) Girêdana arşîvê 2008-10-24 li ser Wayback Machine
Çavkanî
- ^ tuik, 2009
- ^ Dr. Ebdulla Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997. Stockholm.
- ^ Ebeling, Erich; Meissner, Bruno; Edzard, Dietz Otto; Streck, Michael P. (1997). Reallexikon der Assyriologie und vorderasiatischen Archäologie: Meek - Mythologie (bi îngilîzî). De Gruyter. ISBN 978-3-11-014809-1.
- ^ Puhvel, Jaan (15 çiriya paşîn 2004). Words Beginning with M (bi îngilîzî). Walter de Gruyter GmbH. ISBN 978-3-11-018162-3.