Dîroka sumeran, dîrokekî mirovahiyê ye ku di hezarsala 5 û 3ê b.z. de li Başûrê Mezopotamyayê qewimiye û serdemên Ubeîd û Urûkê ya pêşdîrokî vedigire. Şaristaniya sumeriyan, şaristaniya herî kevn ê herêmê ye ku bi hilweşîna Xanedaniya Sêyemîn a Ûrê re li dora sala 2004ê b.z. de bi dawî bûye. Piştî heyama sumeriyan, heyamek veguhêz a dewletên Amorî yên beriya geşedaniya Babîlê, di sedsala 18an b.z. de derketine holê. Li Başûrê Mezopotamyayê rûniştgeha herî kevn a naskirî Tell el-'Oueili ye. Sumeriyan îdia kirine ku şaristaniya wan ji aliyê xwedawendê wan Ea yan jî şêwirmendê wî (an Abgallu ji ab=av, gal=mezin, lu=mirov) Adapa U-an (Oannes a Berossus) ve hatiye avakirin. Kesên pêşî yên li Erîdûyê çanda Samarrayê ji Bakurê Mezopotamyayê bi xwe re anîne û bi serdema Ûbeîd re têne naskirin lê nayê zanîn ka ev Sumerî ne (paşê bi serdema Urûkê ve hatine girêdan) yan na. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
BZ 356 – Ciwanek bi navê Herostratusê, Peristgeha Artemisê yê li Ephesusê (bi tirkî: Efes) şewitand. Ev peristgeh îro yek ji heft nuwazeyên cîhanê tê qebûlkirin.
365 – Li bajarê Îskenderiye yê Misrê erdhejek kir ku tsunamî derkeve û ev tsunamî bajarê Îskenderiyeyê tarûmar kir. Di nav bajarê de 5.000, li derveyî bajarê 45.000 kes jiyana xwe ji dest dan.
1774 – Şerê Osmanî-Rûsan (1768-74): Rûsya û Împeratoriya Osmanî di dawiya herbê de Peymana Küçük Kaynarcayê îmze kirin.
1944 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Claus von Stauffenberg û şirîkên wî di 20'ê tîrmehê de hewl dan ku ji Adolf Hitlerê re sûîqestek bikin lê bi ser neketin û îro li Berlînê hatin îdamkirin.
1946 – Li Tirkiyeyê cara ewil hilbijartinên pirpartîtî hate kirin. CHP 396, DP 65 kursî bi dest xist.
1949 – Senatoya Dewletên Yekbûyî Peymana Bakurê Atlantîkê tesdîq kir. Ev peyman, peymana avakar yê rêxistina NATOyê bû.
1977 – Herba di navbera Lîbya-Misirê de dest pê kir. Ev şer çar rojan dewam kir.
1983 – Li dinyayê germahiya herî kêm li Stasyona Vostokê yê li Antarktîkayê hate pîvandin: -89.2 °C.