Here naverokê

Japon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
日本国 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Japon
日本 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Endless discovery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: Kimigayo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Japon li ser nexşeyê
Map
Paytext
  • Shigaraki Palace (744–745)
  • Heijō-kyō (710–784)
  • Nagaoka-kyō (784–794)
  • Fukuhara-kyō (–1180)
  • Edo (1603–1868)
  • Heian-kyō (794–1869)
  • Tokyo Prefecture (1868–1943)
  • Tokyo City (1889–1943)
  • Tokyo (De facto, 1943–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

35°Bk, 136°Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
  • zimanê japonî
  • Yoron
  • Northern Amami Ōshima
  • Southern Amami Ōshima
  • Tokunoshima Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêveberî padîşahiya destûrî (1947–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Naruhito (2019–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Fumio Kishida (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 3 gulan 1947 (The Constitution of Japan) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 377.972,28 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 125.440.000 (2022) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
  • Japan Standard Time
  • Asia/Tokyo
  • UTC+9 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hatûçûna ajotinê
Koda telefonê +81

Japon an Japonya an Japan[1] an jî Yaban (bi japonî: 日本, Nihon an jî Nippon, navê fermî 日本国, Nihon-koku an jî  Nippon-koku), li başûr-rojavaya Asyayê welatekî girav e. Japon di Okyanûsa Mezin de ji Deryaya Japanê digihije heta Çîn, Korêya Bakur, Korêya Başûr û rojhilata Rusyayê, li bakur Deryaya Oxotskê, li başûr Deryaya Çîna Rojhilat û Taywanê. Karakterên kanji yên ku navê Japon pêk tînin, têne wateyên "tav/roj" û "nijad/reh". Ji ber vê jî Japon wekî "Welatê ku tav lê hiltê" tê zanîn.

Japon komgiravekî ye ku ji 6.852 giravan pêk tê. Giravên herî mezin Honshu, Hokkaido, Kyushu û Shikoku ne û ji % 97ê ya welêt dihewînin û giravên din erdên çiyayî ne û hin ji wan ji agirpij in ku çiyayê herî mezin ê Japon, Çiyayê Fuji agirpijekî ye. Japon ji ber nifûsa xwe ya mezin, dehemîn welatê herî şênî ye. Metropola Tokyo ya Mezin a ku li Honshuyê ye, bi tevahiya paytexta kiryariyê, Tokyoyê û prefektor û bajarên li dora wê ne, digihijin zêdetirî 30 mîlyon nifûsî û ev taybetî vê qadê dike metropolitena herî mezin a cîhanê.

Xebatên arkeolojiyê rê didin ku ji serdema Paleolitikê vir ve mirov li giravên Japonê dijîn. Di dîroka nivîskiyê de navê Japon cara yekemîn di metnên Çîniyan de derbas dibe ku ji sedsalê 1emîn mane. Bandora îzolebûnê li ser dîroka Japonê ber bi çav in. Çanda Japon a îroyîn ji hevbandoriya derve û rûdanên hindurîn pêk hatiye. Ji pejirandina makezagonê ya 1947ê vir ve Japon bi monarşiya destûrî tê bi rê ve birin. Serê dewletê împaratora Japon e, serê hikûmetê jî serokwezîr e. Parlemento bi hilbijartinê dikeve ser karê.

Li gorî têrbûna berhemên hundirî, Japon, piştî DYAyê li cîhanê duyemîn e.[2][3] Endama NY, G8 û APEC e. Budçeya parastinê ya Japon li cîhanê rêza 5emîn e.

Mijarên têkildar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ D. Îzolî, Ferhenga kurdî-tirkî-kurdî: Japan, xelkê Japanê.
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 20 kanûna pêşîn 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 20 kanûna pêşîn 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 21 tîrmeh 2009 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 21 tîrmeh 2009{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]