Here naverokê

B (tîp)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tîpa B

B (bixwîne: ) tîpa duyem a alfabeya kurdî ye. B dengekî konsonant e ku navê wê yê dengnasîgirteka dulêvî ya bilerz e. Ev deng di alfabeya kurdî-latînî de – û di piraniya zimanên bi alfabeya latînî dinivîsin de – bi awayê ”B” (gir) û ”b” (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî de jî ew wek [b] tê nîşankirin. Di alfabeya kurdî-erebî de ew wek ب tê diyarkirin. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek Б (gir) û б (hûr) dihat nivîsîn. [1]

Girdek û hûrdek

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Tîpa girdek: B
  • Tîpa hûrdek: b
Misirî
Pr
Fenîkî 
bēt
Yewnanî
beta
Etruscan
B
Roman
B
Runic
beorc
Uncial
B
Insular
B
Blackletter
B
Antiqua
B
Modern Roman
B
Egyptian hieroglyphic house Phoenician beth Greek beta Etruscan B Roman B Runic B Uncial B Insular b Blackletter b Antiqua B Roman B & b
English cursive B and b

Wek ku me got, di kurmancî de B niha li destpêka gelek peyvan peyda dibe: ”ba, bar, baran, bend, ber, befr/berf, bilind, birin, biyolojî, bizin, (ji) bo, borî/borrî, boş, bum, burc, buxar, bûk, bûn, bûstan…” Hin peyv ji van bi eslê xwe biyanî ne. Bo nimûne, ”bum, buxar” ji erebî, ”borrî” ji tirkî û ”biyolojî” bi rêya fransî ji yûnanî ye. Lê dîsa jî piraniya nimûneyên me peyvên xwemalî ne: ”ba, bar, baran, ber, berf/befr, birin, bizin…” Lê heke em li dîrok an etîmolojiya van peyvan binêrin, em ê bibînin ku gelek ji wan bi eslê xwe ne bi B bûn. Bo nimûne, ”baran” bi kurmancî, soranî û farisî bi B ye. Lê heke em li hin ziman û zaravayên din yên îranî yên nû û bi taybetî jî yên kevn binêrin, em ê bibînin ku ew peyv di wan zimanan de ne bi B lê bi V yan W dest pê dike: - kurdiya başûrî2: waran - hewramî: waran - zazakî: varan - pehlewî: varan - mazenderanî: variş - avestayî: vara- - belûçî: gwariş … Bi heman awayî peyva berf/befr bi gelek zimanên îranî bi V yan W dest pê dike: kurdiya başûrî ”wefr”, pehlewî ”wefr”, sogdî ”wefre”, mazenderanî ”vefr”, avestayî ”vefre”, zazakî ”vewre”, hewramî ”wewre / werwe”, sanskrîtî ”gebhre”… [1]